Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Adil Necefîzade: Can û tendrustiya welatiyan bo berpirsan ne girînge

11:09 - 19 Kanûna Paşîn 2022

Roja Sêşemî 28`ê Befranbarê Adil Necefîzade, nûnerê bajarên Xoyî û Çayîparê li mecilsa rejîmê de, di civîna digel Kemal Heyderî cêhgirê wezîrê tendrustiyê de got:  Di dana îmkanatên tendrustiyê derheq bajaran de, îdalet tineye û bo berprisan can welatiyan negirînge.

Adil Necefîzade got: Bajarên weke Xoyî û Çayîpare di nebûna îmkanatên tendrustiyê de zêdetirîn pirsgirêk hene, hikûmet di dana hewcehiyên dermanî de, cudahiyê dadinê û can û selametiya welatiyan bo hikûmetê negirînge.

Herwisa wî nûnerê mecilsa rejîmê got: Di hindek bajaran de, nexweşxane lipey nexweşxanyê tên çê kirin û eva di halekê de ye ku: Di Navçeyên sînorî de welatî bona dabînkirina dermanan û çareseriyên tendrustiyên xwe rastî astengiyan dibin.

Herwisa ev heyama  4 mehane ku, 15 gundên girêdayî bajarê Dîwandere ku yek ji wan gundê Mern e, ji hebûna pizîşkan bêparin û gundî bona çareseriyên pizişkî neçarin rêyên dûr bidin pêşiya xwe.

Rejîma nijadperest û berçavteng a Îslamî a Îranê, ev yekem car nine ku, di gihandina hewcehiyên dermanî û tendrustiyê de, bo bajarên Kurdistanê xemsariyan dikin.