Dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bo raya giştî agehdariyek belav kir.
Deqa agehdariyê wiha ye:
Bo raya giştî!
Em we agehdar dikin ku sê pêşmerge yên bi navên:
1- Arman Derwîşî
2- Mihemed Mihemedpûr
3- Nasêh Lahîcanî
Bi sedema binpêkirina biriyarên Hêza Pêşmergê Kurdistanê û guhnedan bi dîsîpilîna pêşmergayetiyê û dûrketin ji cihê erk pê hatî spartin, ji refa Hêza Pêşmergê Kurdistanê hatine derkirin û ti pêwendiyek wan bi vê Hêzê ve nemaye.
Dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
9ê Cozerdana 1401an a Rojî