
Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ derheqê kanal Telegramî ya bi navê “Nîştimana Ciwan” agehdariyek belav kir.
Deqa agehdariyê wiha ye:
Hemû endam û alîgiran û raya giştî agehdar dikin ku, kanala bi navê “Nîştimana Ciwan” li ser tora civakî a Telegramê, bi tu awayî ser bi Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ nîne û li hemberî vê kanalê û nûçe û zanyariyên ku belav dike jî, berpirsyar nîne.
Endam û alîgirên PDKÎ agehdar dikin, da ku ji şandina wêne û nûçeyan ji bo vê kanalê xwe dûr bigirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Rêkxistina Giştî
31`ê Gelawêja 1397`an
22`ê Tebaxa 2018`an