
Kurdistanmedia: Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê agehdariyek ji bo xelkê Kurdistanê, û raya giştî belav kir.
Agehdarî wiha ye:
Agehdariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo xelkê xebatkar ê Kurdistanê
Li gora zanyariyan, duh şevê demjimêr 1’ê sibehê şerekî giran di navbera Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, û hêza dijîgel a Spaha Pasdaran de, li çiyayên Kêleşînê a Şinoyê çê bû, ku nêzîkî pênc demjimêran berdewam kir.
Pişt re emê xelkê Kurdistanê ji hûrgiliyên vî şerî haydar bikin.
Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê