Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agehdariya nûneratiya PDKÎ di "Hevpeymaniya ji bo Azadî û Wekheviyê li Îranê" de

10:28 - 16 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Nûneratiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di "Hevpeymaniya ji bo Azadî û Wekheviyê li Îranê" de agehdariyek di derbarê daxuyaniyeke vê hevpeymaniyê de belav kir.

Agehdarî wiha ye;

Ji bo raya giştî

Piştî derketina aloziyên navbera rejîma Komara Îslamî a Îranê bi welatên navçeyê û hin welatên din re, "Hevpeymaniya ji bo Azadî û Wekheviyê li Îranê" ku ji 10 partî û aliyan pêk tê ku yek ji wan Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye, di roja 2'ê Cozerdana 1398'an (23'a 2019'an) de daxuyaniyek belav kir.

Serdêra wê daxuyaniyê, ev bû; "bilindbûna aloziyan, zêdebûna metirsiya çêbûna şer, derfetek ji bo tepisandina xebata xelkê li dijî rejîma gemar a Komara Îslamî". Ew daxuyanî bibû sedema nîgeraniya beşek ji endamên PDKÎ û hin alîgir û hevalên vê partiyê.

Em bi vê agehdariyê, raya giştî a Kurdistanê haydar dikin ku tevahiya deqa daxuyaniya vê hevpeymaniyê li gor siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê nîn e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, siyasetên rejîma Komara Îslamî ku dibin sedema derketina aloziyan, weke sedema çêbûna van kirîzan dibîne.

PDKÎ, weke hertim pêşwaziyan wan kiryaran dikin ku di çarçoveya rûxandina vê rejîma dijî mirovahiyê de yan jî, ji bo lawazkirina vê têne encamdan. Partiya me hertim jî li ser vê siyasetê dimeşe.

Di vir de em didin xuyakirin ku şaştiyek ji aliyê nûneratiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve di "Hevpeymaniya ji bo Azadî û Wekheviyê li Îranê" de derketibû û lewma jî em lêborînê dixwazin.

Nûneratiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di "Hevpeymaniya ji bo Azadî û Wekheviyê li Îranê" de

26'ê Cozerdana 1398'an a Rojî

15'ê Hezîrana 2019'an a Zayînî