Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agehdariya rejîmê bo nexweşxaneyan li derbarê birîndaran de

11:18 - 19 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di pîlaneke xwe ya nû de, vê carê, hemû nexweşxane agehdar kirine, ku her birîndarek bo tedawiyê hate nexweşxaneyan, nabe bi bê îzna rejîmê bête murexes kirin.

Heya niha nêzîkî 100 kes ji xwenîşanderan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi teqeya rasterast a hêzên dijîgelî   a rejîmê, canê xwe ji dest dane, û sedan kes jî birîndar bûne.

Piraniya birîndaran bi hegera evê ku nekevine dest hêzên rejîmê, her di malan de têne dermankirin.

Demûdezgehên tepeserkar ên rejîmê agehdar kirinek dane hemû nexweşxanan ku, her birîndarek bo tedawiyê hate nexweşxanan, heta belga hêz û organên ewlekarî yên rejîmê bal tinebe, nabe bête murexes kirin.

Di wan çend rojên derbasbûyî de, dehan birîndar li nexweşxanan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine desteserkirin.

Li gorî amaran, zêdetirîn rêja şehîd, birindar û binçavkarî, li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Heya niha 30 kes li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne, ku hejmara herî zêde jî, li bajarên Ciwanro, Merîwan, Kirmaşan, û Bokanê hatine şehîdkirin.

Egera sereke ya xwenîşandanan her çiqas hêceta bilind kirina nirxa benzînê bû, lê niha siloganên xwenîşanderan bi dijî desthilata kevnarperwer û dijî mirovî ya Îslamî ye, û dengê siloganên merg û neman bo rejîm û dîktatorê sertaserê Îranê girtiye.