Kurdistanmedia: Dezgeha Rêxistina giştî a PDKÎ di dereweyî welat de, agehdariyekî rû bi endam û alîgirên PDKÎ, belav kiriye.
Agehdarî:
Bo endamên Hizibê, çalakwanên nawa torên civakî û hemû dost û dilsoz û hogirên Hizba me!
Agehdar bin ku kesek bi navê “ Rehîm Heqperest”, xwenasandî bi “ Karo Demokrat”, di gel ewê ku tu berpisatiyek ji aliyê Hizbê we pê nehatiye sipartinê û bo tu erkekî rêxistina giştî nehatiye erkdarkirin, tevî nesihet û rênimayiyên rêxistina dereweyî Welat, berdewam bûye li ser binpêkirina disîplînên teşkilatê.
Navbirî bi nafermanî û çevtekariyan hewl daye bi rêka torên civakî, derb û ziyanê bi piristîja Hizbê bide.
Navbirî bi çevtekarî û xwenîşandana nerast, berdewam, xwe bi cêgirê Fermandeyê” Helokanî Zagros” daye nasandinê û cehd kiriye ku, rê bo nawa rêzên rêxistina Hizbê peyda bike.
Lewma di vê demê de, şerefa Endametiya Hizbê, jê hatiye sitandinê û niha vêde, tu peywendiyekî bi organên Aşkira û nihêniyên Hizbê we nemaye.
Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
Rêxistina Giştiya Dereweyî Welat
19`ê October a sala 2019