Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agir berbûye 300 hiktar ji daristanên Selasa Bewecanî

20:50 - 24 Hezîran 2014

Kurdistanmdia: Pişkek ji daristanên Selasa Bawecanî bi sedemekî na diyar di nav agir de şewitîn û ji aliyê xelkê deverê ve hat konterol kirin û pêşiya bilav bûna agir hat girtin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Duşemî 23’ê Hezîran a 2014’an, agir berbûye 300 hiktar ji daristan û zozanên bajarê Selasa Bewecanî.

Li gor rapora han, ew agir berbûye zozan û daristanên bexşa “Ozgole”a ser bi bajarê Selasa Bewecanî û zirarekî zaf bi xwezaya Kurdistanê, di vî deverî de gehandiye.

Heta dema bilav kirina nûçê tu agahiyek ji sedema agir berbûna daristan û zozanên Selasa Bawecanî ber dest nine û nehatiye bilav kirin, lê rûniştiyên vê deverê li ser vê bawerê ne ku sedema agir berbûnê, dest û pêwendiyên rejîma Îslamî a Îranê bin ku bi hemû awayekê hewl didin jîngeha Kurdistanê ji nav bibin.

Di destpêka sala 1392’an a Rojî ve heta niha 60 haletên agir berbûnê li parêzgeha Sine qewimîne ku li gor serhejmariya encumena kesk a çiyayê Merîwanê 44 helat li bajarên Sewlawa û Merîwanê de hetiye gorê.

Di wê pêwendiyê de roja Şemiyê bervara 21’ê Hezîran a 2014’an, çiyayên Şaho li nêzîk gundê Dariyan a ser bi bajarê Pawe cihek bi navê Gahol agir berbûyê.