Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agir berdewam ciwaniya Kurdistanê ji nav dibe

12:43 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2020

Bi sedema Agirpêketinekî berfireh, li devera Soma yê, gelek xisara malî gihande welatiyan û dehan hiktar jîngeha Kurdistan ê jî şewitî.

Roja Înê 24 ê Tîrmeha 2020 an, Agir berbû jîngeha pişta gundên Merkereş  û Siyark ê li binya Çiya yê Kotol girêdayî bi Gengeçîn ê li herêma Som û Biradosta, xelek jîngeh şewitî û xisareke mezin bi du xwe de bi cî hêla.

Bi sedema wî Agirî pitir ji 200 Kendu yên mêşên hingiv yê welatiyan şevitin û ji nav çun û gelek xisar giheştê.

Ew Agir bi alîkarî û fidakariya xelkê gundên derdor û bi destê betal, hate kontirol kirin, lê heya xelk geheştê Sedan Kendu yên mêşên welatiyan li nêzîk gundê Mergereş bi temamî şewitîn.

Heya dema amadekirina wî nûçeyî, tu zaniyariyek li ser sebebê Agirpêketinê li ber dest nîne.

Herwisa di dirêjiya Agirberdana bi jingeha kurdistanê de, şew derbas bûyî, herêma qiraxa çemê Qeresû,  ya girêdayî bi bajarê Qesrşîrîn ê li parêzgeha kirmaşanê, Agir berbûye jîngeh û daristanan û ku dehan hiktar daristan û xwezaya wê deverê ji navçu.

Heya niha sedemê Agirpêketinê xuya nine.