
Agir li daristanên parêzgehên “Bûşehir” û “Bûyir Ehmed û Kohgîloyê” û “Kirmaşan”ê de her berdwam e û sirûşt, daristan û çêrîngehan dişevitîne û berpirsên rejîma Îranê tu karekî wiha bo temirandina agir nekirine.
Piştî 4 rojan ji agirpêketina daristan û çêrîngehan di devrên “Xaîz” û “Çiyayê Reş a Deştistan”ê de û daristanên “Xesrec” hêj berdewam e û herwisa devera “Bozîn û Mirexîl” zêdetir ji %80 şevitiye û heya niha rejîmê û navendên agirkuj ên rejîmê ti hewlek bo temirandina wan agiran nedane û bi tenê roja Pêncşemî, helîkopterek bo daristanên parêzgeha Bûşehrê hatibû şandin ku bi gotina rejîmê nekariye avê ser wan agiran bireşîne û pirsgirêka teknîkî hebûye.
Roja Înê, 29`ê Gulanê, Cihgirê Serkomarê rejîma Îranê, “Îshaq Cehangîrî”, piştî 3 rojan ji agirpêketina wan daristanan ferman daye ku Parêzgarên “Luristan û Kohgîloye û bûyir Ehmed” bona temirandina wan agiran helîkopterên avpaş bo wan deveran bişînin lê heya niha jî nehatine şandin.
Berpirsên rejîma Îranê bi Piştguhavêtina bi zanebûn, naxwazin wan agiran bitemirînin û ya rast eve ye ku bixwe çavkaniya wan agirpêketinane ne, lewma ti karek bo temirandina wan agiran nakin.
Nasnama dije mjirovî û dije surûştî ya rejîma Îranê di wan bûyeran de bi başî tê xuyakirin.
Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar yên rejîma Îranê û herwisa Serokê Birêvebirina Krîzên Welat ku dikarin wan helîkopteran bo wan devran bişînin, lê heya niha ti bertekek tinebûne.