Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agir têberdana Îranê ji aliyê Sipaha terorîste Pastaran ve, berdewame

13:26 - 12 Hezîran 2020

Agir pêkevtina bi  Gemiyan li “Bendera Konk” , girêdayî bi “Bendera Lenge” ya “Hormozganê”, ku gorî raporan pitir ji 15 Gemî û Kelekan, ji navçone û şevitîn.

Şeva Pêncşemiyê 11 li ser 12 ê Hezîranê destpêkê 7 Gemî û Kelekan Agir girtin û bi hegera evê ku tu aliyek bo temirandinê bi hevarê de nehat, Agir berbelavtir bû heya sibezûya roja Înê, nêzîkî  2 Gemî û Kelekan bi temamî şevitîn û ji nav çun.

Di dirêjiya Agir berdana û ji nav birina Welat bi destê Sipaha terorîst ve, Agir berdane taxa Dêhqan ya bajarê Kerecê û Park û hemî keskatî û darên vê şevitîn û agir berbû Mal û Vîlayan.

Agir berdane bajarê Şîrazê û pareke ji wî bajarî di nava peşqelê agir de ji nav çu.

Rejîm ku berpirsê serekeye Agir berdana bi Welate, bê evê ku pêngavekê bo temirandin û kontirol kirina Agir pêketinan bihavê je, herwisa temaşevanê ji nav çuna Îranê ye.

Di Rojhilata Kurdistanê jî Sipaha Pastaran Agir berdide her derî û mixabin piraniya ciwaniya Kurdistanê şevitî û ji nav çu, û şevitandina bi gumane Kurdistan û Zagrosê herwisa berdewame.

Sipaha terorîste Pastaran û xolamokên xwe, Agir berdane Parka bajarê Kamiyaranê, û piraniya keskatî û darên vê şevitîn, xelkê Kamiyaranê jî bi destê betale xwe cehda temirandina Agir didin.