Bexşdarê Bayînganê “Mihemedhadî Zamyad” daye zanîn ku ji roja Çarşemiyê ve agirberbûye daristanên devera Bozîn û Merexêlê û ew berfirehtir dibe.
Bexşdarê Bayînganê “Mihemedhadî Zamyad” îdia kiriye ku ew agirpêketin li sînorê Herêma Kurdistanê dest pêkiriye û hewl bona temirandina wî agirî berdewam e. lê pêka nûçeyên belavbûyê ew agir hêj berdewam e û bi tenê beşeke kêm ya wî agirî ji aliyê parêzerên jîngeh û kesên xwe bexş ve hatiye temirandin û di hin cihan de her agirpêketin berdewam e û berfirehtir dibe.
Rejîma Îranê tevî hebûna helîkopter û balafira temîrandina agir heta niha ti pêngavek bona temirandina wî agirî hilnegirtiye û bi sedema asêbûna devera çiyayî li hin cihan, xelkê nekariye wan agiran bitemirînin û hewcehî bi helîkopter an balafira temirandina agir heye.
Devera çiyayî ya daristanên “Bozîn û Merexêl”, bi berfirehiya 23 hezar û 724 hiktar e ku di sînorê navbera Pawê û Herêma Kurdistanê de ye.
Sala derbasbûyî 3 jîngehparêz ên bi navên “Muxtar Xendanî, Yasîn Kerîmî û Bîlal Emînî” li hewladan bo temirandina agir di devera “Bozîn û Merexîl”ê de şehîd bûn.