Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirberdan di Kurdistanê de dawî pê nayê

13:12 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Agirberdan li bajarê Kurdistanê berdewame û rojane çendîn hiktar li daristan, çîrîngeh û zevî ên xelkên Kurdistanê, bi sedema wê agirberdanê dişewit in.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di heyma çend rojên derbasbûyî de, li devera Cehad a girêdayî bajarê Selmasê, bi sedema agirberdanê 12 hiktar genimê wî bajarê hate şewitand in.

Bi sedema wê agirberdaneyê, 70 ton genim bi nirxa 1 milyard û 225 milyon riyal bûye bi ax.

Ew agirane zêdetir ji aliyê xelk û bi alîkariya hêzên agir temirandinê ya wî bajarê ve, hate temirandin.

Herwisa li heyam çend rojên derbasbûyî, bi awayekî guman, 80 hiktar li çîrîngeh û daristanên parka Milî ya “Tendûre” a girêdayê bajarê “Deregez” a ser bi parêzgeha “Xurasana Rezewî”, agir berdabûnê de.

Piştî derbasbûna Sê rojan di ser wê bûyerê de, berpirsên rejîmê tu hewlek bi wê rewşê neda ne û di encamê de, ew agire ji aliyê çalakvanên jîngehparêzî ên bajarê Qoçan û deregezê ve, hate temirand in.

Di heyama rojên derbasbûyî de, zêdeyê hezar hiktar li çîrîngeh, lêrewar, jîngeh û sirûşta Kurdistanê, ji aliyê mohreyên rejîmê ve hatiye şewitandin û heya niha jî ew agire di gelek parêzgehan de berdewam e.