Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirê çalakiyên tebilîxî yên newroza bajarê Urmiyê gurrtir kir

17:53 - 18 Adar 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Urmiyê, bi lidarxistina çalakiyên berfireh yên derheq newrozê, ber bi pêşwaziya newroza kurdevarî çûn.

Roja Yekşemî 26`ê Reşemehê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Urmiyî, bi hildana alaya Kurdistanê li cihên giştî, bi pêşwaziya Newroza Kurdevarî çûn, û banga Dîlana Azadiyê ya newrozê lidarxistin ku, ev çalakiyane hevdem bû digel birêveçûna bazara heftiyane ya Diza Mirgewer.

Di vê çalakiyê de, pêşmergeyên Bajar, di rêkixistina devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê, li çend cihên coda yên devera Mirgewer, alaya pîroz a Kurdistanê, bi pêşwaziya Biharê birin.

Ciwanên Demokratê, alaya renbireng a Kurdistanê, li hemû derî li gundê Dizê hildan, û ji ber çavên tijî li coş û evînî yê xelkê deverê hildan û wekî agirê newrozê bi gijî çavên neyar û dijminê maf û azadiya Kurdistanê çûn, û alaya Kurdistanê li cihê ku, mêhvanan û girseya xelkê  Dizê û derdorê bûn hildan.

Ev cihên ku, ala bilinkirine, û tirs û dilerzokek xistine nav dilê, kirêgirtî û çekdarên qirêj xwarî yên dewleta dagîrkar a Tehranê wiha ne: Sê rêya Girdevan ku gund û deverên wekî: Şino, Mirgewer, Girdevan, Jarava, Sorekan Lulkan û Diza Mirgewer bo Deştebêla Şinoyî girê dide, û herwisa sê rêya Mensûr ava ku gundên wekî, Qeyar, Mîrava, Lacan, Şêrekan, Mensûrava, Berezan û çendîn gundên din ku, bi hevre girê dide.

Hêjayî basêye ku, bo bivêrên Demokrat û pêşmergeyên Bajar li Urmiyê, bo zêdtirsandina kirêgirtiyên rejîmê, alaya Kurdistanê li ser rêya hatûçûn û cihên giştî hildabûn, ku, tirs û lerzînek zêde li dilê kirêgirtî û tarîperestên komara îdamê çê dike.

Silav li Rasana berdewam a xebatkarên Demokrat, bilindbe alaya rengibreng a Kurdistanê.