Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirê dijayetî li nav navendên girêdayê Elî xamineyî geş bûye

12:22 - 21 Hezîran 2021

Rojnameya Tesnîm a girêdayê Spaha Pasdaran daxuyaniya Cihgirê karên taybet ên ofîsa “Beyta Rehberî” bi xisar da nasînê û gef lê xwar di karên ku erkê wî nîne tedaxulê neke, renge ofîsa “Beyta Rehberî” rastî xisarê nexwestî bike.

Nûçegihaniya Tesnîn a girêdayê Spaha Pasdaran di berteka daxuyaniya Cihgirê Karûbarên Taybet ên Ofîsa “Beyta Rehberî”, “Vehîd Heqaniyan” de ku gotibû: “Amadebûna wan 3 rikeberan wate Haşimî, Himmetî û Rizayî bo Reîsî li rikeberiyên hilbijartina Serkomariya Îranê îmdada Îlahî anku hevkariya Xwedê tê hisêb û wan kesan bi zanebûn an ne zanebûn xwe fîdayê înqilabê kirin”, nivîsandibû ku gotina “Vehîd Heqqanî dibe sedema derbpêketin bi Ofîsa “Beyta Rehberî” ‘û dibe xwe ji wan tedaxulan biparêze.

herwisa Vehîd Heqanî li daxuyaniya xwe de gotibû: “Bi berçavgirtina rewşa redkirina şiyana berbijêrên serkoriyê, baykota hilbijartinan ji aliyê biyaniyan û heta Ehmedînijad ve, hekî piştî paşvekêşana birbijêrên li sîberê, wan 3 berbijêran jî xwe paşve kêşandibana, heta wezareta Hundir jî nepejirandiba dê “nizam” rastî çalişeke mezin hatiba”.

Nûçegihaniya Tesnîm a Spaha Pasdaran li berteka wan gotinê “Vehîd Heqanî “ de gotine: “ Belavkirina wê daxuyaniyê li derheq rikeberiyên hilbijartina Serkomariyê, erkî wî cihgirî nîne lewma ew kiryar dikare wekî kiryareke xirab û cihê rexnegirtinê be”.

Bi wî awayî li navbera Spaha Pasdaran a girêdayê “Elî Xamineyî” û Ofîsa “Beta Rehberî” de alozî zêde bûye ku bi wateya agirê dijayetî li nav navendên girêdayê “Elî xamineyî” ye.