Ewa pitir ji Hefteyekê ye ku Agir ketiye Çiyayên herêma bajarê pawê û heya niha jî berdewame û mixabin dehan Kîlometir jîngeh û daristanên wê herêmê bi vê sedemê şevitîn û ji nav çun.
Roja Şemiyê ku 3 xortên jîngeparêze kurdistan di dema cehda kontirola Agir de, bi awayekî cihê gumanê canê xwe ji dest dan û şehîd bûn, niha eşkere bûye ku ev herêm bi mînên çandiye sipaha terorîste pastaran û gulle top û Xumparên neteqiyayî, bûye cihê can jê sitandina mirovan û bi taybetî rejîm sebebkarê wan qurbaniyane.
Roja derbas bûyî 2 kes ji hêzên Îdara çawkaniyên siruştî her heman cihî bi hegera teqîna Mînê canê xwe ji dest dan û bûne qurbaniyê pîskirina jîngeha Kurdistanê bi mîn û teqemeniyan, ji aliyê rejîmê ve.
Bi berçaw girtina can ji dest dana wan 2 kesan ku rejîmê hebxwe ragihan li dema temirandina agir, bi hegera teqîna Mînê canê xwe ji dest dane, îsbat dibe ku 3 jîngeparêzên Kurd jî bi hegera teqîna mîn û teqemeniyên paşmayî li wan çiyayan şehîd bibin.