Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirê Newrozê li Kurdistanê ji aliyê malbatên şehîdên Kurdistanê ve hate hilkirin

12:30 - 22 Adar 2022

Di çendîn cihên Rojhilatê Kurdistanê, agirê Newroza Kurdewarî, ji aliyê malbat û kesûkarên şehîdên Kurdistanê ve, li ser pişta dujminê dagîrker hate hilkirin.

Zêdebarê hemî cehda rejîmê bona pêşîgirtin ji birêveçûna rêûresmên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê, xelkê welatparêz û azadîxwaz ên Kurdistanê, bi bê guhdan bi gefên rejîmê, bi hilgirtina nîşanên netewî yên wek alaya Kurdistanê, axabanî, hewrî û gulên sor, bi coşekî mezin li dora hevdû kom bûn û agirê Newrozê li ser pişta dujminê dagîrker hil kirin.

Xelkê rizgarîxwaz ên Kurdistanê bi nîşana emegdarî bi malbatên serbilind ên şehîdên Kurd û Kurdistanê, pêşengiya hilkirina agir, dane malbat û kesûkarê şehîdan.

Her di vê derheqê de em dikarin îşare bi hilkirina agirê Newrozê li gundê Neysane yê girêdayê bajarê Newsûdê bikin ku bi beşdariya hezaran kes, hilkirina agirê Newrozê bi “Weysî” yê bavê şehîd Şaho, şehîdê tevgera Rasanê, hate danê, û bavê şehîd Şaho bi meşxela Newrozê, peşqelê agir li ser pişta rejîma dagîrker û dujminê Kurdan hil kir.

Herwisa li herêma Şarwêrana Mihabadê jî, li çendîn cihan agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate hilkirin, bo mînak li Qereqişlaqa Şarwêrana Mihabadê, agirê pîroz ê Newrozê ji aliyê çend zarokên şehîd ên Kurd û Kurdistanê ve hate hilkirin.

Bi vî cureyî xelkê Kurdistanê dane xuya ku emegdarê rêk û rêbaza şehîdên Kurdistanê ne, her lewma ew malbatê wan şehîdan bo xwe bi pêşeng dizanin.