Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirpêketin di Îran û Kurdistan ê de berdewamin

13:27 - 10 Tebax 2020

Agirberdanên bizanebûn ji aliyê hêzên girêdayê rejîmê, di Îran û “Kurdistan”ê de berdewamin.

Roja Yekşemî, 9ê Tebaxê,di çendîn cihên Îran û Kurdistanê de agirpêketin qewimîne, daristanên devera banê , dîsan rastî agirpêketinê hatine û wê carê di nava meydanên mînan de bûye lê xelkê nekarine bi sedema hebûna mînan, wî agirî di derdora gundê “Çemparaw”a bajarê “Banê” bitemirînin.

Herwisa di Girava “Kîş”ê de jî agirpêketinekî bihêz di pasaj a “Perdîs”ê de qewimiye ku qasekî zêde ji wê pasajê di nava agir de şevitiye.

Herwisa roja Duşemî, 10ê Tebaxê, di nexweşxaneya “bisporî ya navendiya Neft”ê di şeqama “Hafiz” a bajarê “Tehran”ê de agirpêketinek qewimî lê, ti xisarekî canî tinebûye.

Agirpêberdanên bazar û pasajan ji aliyek û şevitandina xwezaya Kurdistanê ji aliyekî din ve, bi awayekî sîstematîk têne kirin û rejîma Îranê armancên qirêj di pişt wan agirberdanan de hene, mijûlkirina hizra xelkê, têkdan û jinavbirina sirûşta Kurdistanê, zevtkirina hin cihan, ji wan armancên rejîma “Îran”ê ne.

rejîma Îranê bi awayekî berfireh, agir  berdide cihên giştî û enbaran û herwisa hin cihên asayî de teqînan çêdike, armanca wan kiryaran, veşartin an kêmrengkirina êrîşên li ser binkeyên rejîmê ye.