Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirpêketin li Hûr El-Ezîmê berdewam e

11:59 - 10 Îlon 2021

Agirpêketin li çendîn beşan ên qobiyên deşta“Hûr El-Ezîm” li parêzheha Xûzistanê berdewam e û berpirsê giştî yê Parastina Jîngeha Xûzistanê wê agirpêketinê înkar dike.

Di çendîn beşan ên qobiyên deşta “Hûr El-Ezîm” de ji roja Pêncşemî 9ê Îlonê ve agir pêketiye û heta sibêdeha roja Înê jî ew agira geştir û berfirehtir bûye û ragihandinên xwecihî û xelkê deverê bo temirandina wan agiran daxwaza alavên temirandina agir bi taybet ji kompaniyên neftê kirine.

Ew rewş di halekê de ye ku berpirsê giştî yê Parastina Jîngeha Xûzistanê “Mihemedcewad Eşrefî” ew agirpêketin înkar kiriye û gotiye: “Eger bûyreka taybet di wê qobiyê de biqewime bi lezgînî me agehdar dikin”.

Herwisa gotiye: “Qamûşên derdora qobiyên “Hûr El-Ezîm”ê carûbar rastî agirpêketinê tên lê bi lezgînî tê temirandin û eger agirpêketinek jî hebe gelek kêm e”.

Tevî daxwaz giştî ya ragihandinên xwecihî û xelkê devera “Hûr El-Ezîm”ê bo hevkariyê û şandina alavên temirandina agir û dûkela wan agiran ku beşeke esmanê bajarê “Refî`i”ê girtiye ber xwe, rejîma Îranê înkara wî agirî dike û ti alîkariyekê bo temirandina wî agirî naşîne.

Rejîma Îranê bi çendîn armancan hewla jinavbirina qobî û qamûşên deşta “Hûr El-Ezîm”ê daye û beşeke zêde ji qamûşên wê deverê û jingeha masî, balinde û canliberên wê deverê ji nav birîye û her rojê bi awaykî agir berdide qamûş û qobiyên wê deşta berfireh.