Agirpêketineke berfireh di kempa Bisilmanên “Rûhîngiyayî” yên “Miyanmar”ê li welatê “Bengladêş”ê, zêdetir ji 570 kuştî û birîndar li pey xwe anî û 400 kes jî bê serûşûn in.
Roja Sêşemiyê 23ê Adarê, Nûnerê Komîsariyaya Bilind yê Saziya Navnetewî, “Yûhans Fandêr Kilao” ragihand: “Di agirpêketina berfireh li kempa Bisilmanên “Rûhîniyayî” di devera “Kaks Bazar” a “Bengladêş”ê de, 15 kes hatine kuştin, 560 kes birîndar û zêdetir ji 400 kes jî bêserûşûn bûne û herwisa 45 hezar penaxwaz jî malwêran bûne û nêzî 10 hezar xaniyên penaxwazan kavil bûne”.
Ew agirpêketin li roja Duşemî di kempa penaxwazên Bisilman li devera sînorî ya “Kaks Bazar”ê de piştî çendîn demjimêran berfirehtir bibû, ew kemp ku bi daran bo penaxwazan hatiye avakirinê û zêdetir ji 1 milyon penaber di dijwartirîn rewşê de têde dijin.
Penaxwazên “Rûhîngiyayî” di sala 2017an de, piştî qirkirina xwînavî ya Bisilmananên “Miyanmar”ê ji aliyê Arteşa Miyanmarê ve, ber bi welatê “Bengiladêş”ê ve revîn û saziya Navnetewî di sala 2020an de,ew qirkirin bi “qirkirna bi zanebûn” binavkir.
Zêdetir ji 1 milyon penaxwazên Bisilman di wê kempê de dijîn ku li dijwartirîn û xirabtrin rewşê de, jiyaneke bi tewawî trajîk hene û piraniya hewcehiyên wan nayêne dabînkirin û her dem jiyana wan trajêdiyeke taybet bi xwe heye.