
Agirpêketin di enbarekê di Tehran û di wizegeha bajarê “Simnan”ê de û herwisa teqînekî bi hêz di bajarê “Zahidan”ê de, qewimîne.
Roja Sêşemî, 4ê Tebaxa 2020 an, agirpêketineke berfireh di enbareke mezin ya “Çerm, dar û MDF” di bajaroka pîşeyî ya “Cacrûd” a girêdayê bajarê “Perdîs” a Tehranê de qewimî, heya niha ji xisar û zirarên canî û malî û herwisa ji sedema wê agirpêketinê, ti zanînekî serast berdest nîne.
Herwisa wizgehekî bajarê “Simnan”ê, bi sedemên nexuya, agir pêketiye û berpirsên rejîmê ragihandine ku sedema wê agirpêketinê, nexuaye.
Herwisa teqînekî bihêz ku dengekî zêde hebûye, di taxa “Zîba Şehr” a bajarê Zahidanê de qewimiye, hegera wê teqînê hêj nexuyaye lê bas ji binçavkirina pitir ji 5 kesan di bajarê Zahidanê de teqînê kirin ku bi gotina deshilatdarên rejîmê, peywendî bi wê teqînê ve hebûne.
Teqîn û agirpêketin di wizegeh û enbaran di Îranê de, rojbiroj zêdetir û berfirehtir dibin, tevî ku sedemên wan teqîn û agirpêketinan bi serastî nayêne baskirin, rejîma Îranê tim çewtekariyan di wê derherqê de dike.