Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirpêketinan xisareke berfireh gihandiye jîngeh û ekosîstema Zagrosê

13:04 - 21 Hezîran 2021

Zêdetir ji 10 rojan e ku daristanên Zagrosê li nav agir de dişevitin û bi sedema nebûna hewcehiyan û alavên temirandina agir, her carê beşeke wê jîngeha berpan û berfireh dibe rejû.

Di halekê de ku parêzerên jîngeh û xelkên hogirê xwezayê daxwaza alavên temirandina agir kirine, Rêkxirava “Heyva Sor” a rejîmê, alav û helîkopterên xwe bona komkirina dengan, xistibûne xizmeta binav hilbijartinên rejîmê.

Bikêrhatiya rejîmê li hember wê mijara girîng û hewla xwebexşaneya xelkê bi kêmtirîn alavan, xeyrî xisarên madî, xisarên canî jî pey xwe anîne.

Tevî xisarên canî ku bi parêzerên jîngehê û wan kesan dikeve ku hewla temirandina agir didin, bi sedema berfirehbûna wan agirpêketinan rêjeyeke zêde ya wan ajelên kêm mînak ên wê deverê jî li nav agir de şewitîne ku ew wekî jênosaydeke jîngehê tê dîtin.

Tevî wê yekê ku kesên girêdayê rejîmê seba siyaseta şewitandina zewiyan”roleke zêde li agirberdan bi jîngehê de hene, bi awayekî eşkere xwe ji alîkarîdan bi jîngehparêzan û hewl bona kontrolkirina agiran xwe diparêzin.

Bernameya jîngehî ya Netewên yekgirtî anku “UNEP” ku her salê sloganek bona roja jîngehê hildibijêre, silogana wê ya îsal “Nûjenkirina Ekosîstemê” ye, lê di Îranê de bi berwajî ye û rejîma dagîrkera di wî welatî de jênosayda jîngehê diafirîne.