Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirpêketineke berfireh li enbara gaza şil li Qumê de qewimî

13:29 - 11 Hezîran 2021

Agirpêketineke berfireh û teqînên bi hêz li enbara gaza şil di bajarê Qumê de qewimî û pêka ragihandinên rejîmê, bi sedema wê agirpêketinê 7 kes jî birîndar bûne.

Pêka gotina “Hemîd Kerîmî” Berdevkê Îdareya Temirandian Agir li bajarê Qumê, ew agirpêketina berfireh di navenda paşketkirin û dagirtina gaza şil bi kepsûlên gazê de qewimiye ku ew bûyer li demjimêr 8 û 48 deyîqên şevêa Pêncşem li ser înê qewimiye û çendîn kepsûlên gazê jî teqiyane.

Herwisa navbirî got: “Di wê bûyerê de 7 kes birîndar bûne” û pêka gotina kesên li wir, egera hindê heye ku kesek li wê kargehê de asê bibe û heya niha çarenivîsa wî xuya nine.

Herwisa “Hemîd Kerîmî” got: “Zêdetir ji 50 kepsûlên gaza şil di vê enbarê de hene, û her kepsûlek li dema teqînê de bi mewdayê 100 metran bi dûr diçe.

Heya niha sedema wê agirpêketinê û teqîna kepsûlên gazê ti zaniyarike ji aliyê berpirsên pêywendîdar ên rejîmê ve nehatiye ragihandin.

Agirpêketin û teqînên berfireh û bihêz ên li pey hev li navendên cuda, di Îranê de diqewimîn û rejîma Îranê bi hêcetên corbecor ji ragihandina sedemên bingehîn ên wan teqîn û agirpêketinan, xwe diparêze û egera wê hindê heye ku ew agirpêketin bi zanebûn û armancdar bêne kirin.