Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirpêketineke berfireh li nexweşxaneya bajarê Bexdaye de qewimî

12:31 - 25 Nîsan 2021

Bi sedema agirpêketin û şewat li nexweşxaneya “ El-Xetîb” a taybet bi nexweşên Koronayê li devera  “Ze`iferaniye” li bajarê “Bexda”yê, bi 10an kes hatine kuştin û bi 10an kes jî birîndar bûne.

Roja Şemî 24ê Nîsanê, agirpêketineke berfireh li Nexweşxaneya El-Xatib li başûrê Bexdayê de qewimî û Bi sedema wê agirpêketinê, çend kepsolên oksijênê jî teqiyan, di encam de zêdetir ji 27 kes bûne qurbanî û zêdetir li 46 kes jî birîndar bûne.

Nexweşxaneya El-Xetîb li başûrê bajarê Bexdayê de ye, pişka herî zêde ya wê nexweşxanê bo pêketiyên Koronayê hatibû terxankirin û agirpêketin jî, li wê beşê de qewimiye.

Pêka ragihandunên Îraqê, piraniya pêketiyên Koronayê li wê beşê de kesên bi temen bûne ku li dema agirpêketinê de şiyana revîn ji wî cihî tinebûne.

Serokwezîrê Îraqê “Mistefa Elkazimî” tekezî kiriye, ku dibe li 24 demjimêran de lêkolîn li ser wê şewatê bigije encamê û tawanbarê wê bûyerê bêne eşkerekirin.

Herwisa ofîsa Serokwezîriya Îraqê jî ferman daye ku, birêveberê nexweşxanê, birêveberê parastin û berpirsên alavên wê nexweşxaneyê, heta bi dawîhatina lêkolînê di bin çavedêriyê de bin.