Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‏Agirpêkevtinên cihê gumanê di Îran ê de berdewamin

13:49 - 1 Tebax 2020

Zincîre Arirpêkevtinên cihê şikê ku hemî kes di ser wê baverê ye ku karê Sipaha terorîste pastarane, roj bi rojê zêdetir dibin.

Roja Înê 31ê Tîrmeha 2020 an, di şeqama Fidayî yanê Îslam li tehranê, Agir li çendîn Embarên mezine alav û hewcehiyan kevt û bi temamî şewitîn.

Berfirehiya wê Agirpêketina di nava Embaran de, pitir ji 3 Hezar metran bû.

Şewa derbasbûyî, Pasaja şaredariya Serable li bajarê Îlamê, bi temamî Agir girt û şewitî.

Xelkê hindî cehd kirin ku pê Satilên Av ê û destê betal Agir bitemirînin, lê ceha wan bê fayde bû, 3 demjimêran pişî hingê ku her tiştek bû rejî, û çi nemabû, Maşînên Agirtemirandinê hatin.

Me gelek caran gotiye û hemî xelkê Îranê jî baş dizane ku Sipaha terorîste Pastaran Agir berdan ji Daristan û jîngehê ve destpêkir, niha kevtiye Agir berdana nava bajaran û çavkaniyên jiyana xelkê weke Embar û bazaran.

Meqseda sereke ya Sipahê ji wan Agir berdanane jî, xapandin û mijûl kirina xelkê ye bi wan bûyeran, û ji aliyekî dinê jî dixwaze êrîş û teqandina navendên Serbazî û binkên Navokî û cihên hestyare rejîmê , ji aliyê Îsraîl ve bipeçêwe.