Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agnès Callamard: “Ya ku di Ukraynê de diqewime, me di Sûriyê de dîtiye”

12:49 - 29 Adar 2022

Berpirsa Giştî ya Saziya Lêbihorîna Navnetewî, “Agnès Callamard” ragihandiye: “Êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê, dûbarebûna şerê Sûriyê ye”.  

Roja Sêşemî 29ê Adarê, Berpirsa Giştî ya Saziya Lêbihorîna Navnetewî “Agnès Callamard”, di rêûresmekê de li bajarê “Johansburg”ê ragihandiye, ku êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê wekî şerê Sûriyê ye û zêdebûna amara canjidestdana kesên sivîl, nigeraniyên li derheq qewimîna cinayetên şer zêdetir kiriye.

Herwisa “Egnês Kalamar”ê dibêje: “Niha zêdetirîn asta êrîşên bi zanebûn yên Rûsiyê li ser jêrxanên sivîl ên Ukraynê ne”.

Pêka gotina, berpirsekî Ukraynê, li bajarê “Mariyupol”ê de zêdetir ji 5 hezar kesên sivîl canê xwe ji dest dane.

Herwisa “Egnês Kalamar”ê bi liberhevdanîna dorpêça bajarê “Mariyupol”ê digel dorpêça bajarê “Heleb”ê li Sûriyê, gotiye ku raporên karnasên mafê mirovî didin xûya ku haletên cinayetên li nav şer zêdetir bûne”.

Di vê derheqê de Birêvebera Beşa Rojhilata Ewropa û Asiyayê ya Saziya Lêbihorîna Navnetewî “Marî Stirotz”ê ragihandiye: “Karnasan li Ukraynê bi belgeyan dane xûya ku hemen şêwazên ku Rûsiyayê li şerê Sûriye û Çêçênê de mifah ji wan vergitine di Ukraynê de qewîmine, şêwazên wekî êrîş bo ser sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî.