Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajanên rejîma Îranê kincên pêşmergeyan lixwe dikin

17:55 - 13 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê, di nûtirîn pîlanên xwe de, bo rûbirûbûna digel hêza pêşmergeyên Bajar û Çiya, kincên pêşmergeyên PDKÎ li ajanên xwe dike.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  Spaha Pasdarana terorîst li deverên wekî,  Sewlava ya girêdaiy bajarê Merîwanê û devera Jawaroyê,  bo rûbirûbûna  digel hêza pêşmergeyên Bajar û Çiya, di şevê de, hêzên xwe li çiyayên derdora Sewlavayê cihigîr dike.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Spaha Pasdaran a terrorîst, bi giştî  kincên gevir yên pêşmergeyên PDKÎ lixwe dikin, da ku wiha xelkê dilsoz bixapînin û bikarin pêşmergeyên Bajar û xemxarên hizbê di navxweyî welat de bixîne nav dava xwe.

Vê çavkaniya agehdar, dayezanîn ku, Spaha Pasdaran li balafirên bêpîlot bo çavdêriya deverê  mifahê jê verdigrie, ku şiyana nasîna rêyan  bi kemêrayên taybet yên şevê bi mevdayên 300 heya 400 metran li bilindahiya erdê  hene.