Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansa Ewlehî a Berevaniyê ya Amerîka: “Berpirsên Elqaîde di Îranê de dijîn”

13:11 - 12 Gulan 2022

Ajansa Ewlehî a Berevaniyê ya Amerîkayê di raporekê de ji Komêteya Xizmetkariya Çekdarî a Senaya Amerîkayê re ragihandiye ku, rêberên payebilind ên Elqîde ku di Îranê de dijîn, çavdêriya wan li ser tora cîhanî ya vê girûpê de hene û tayên Elqaîdê li warê stratejîk û ragihandinê de  rênivînî dikin.

Meha Xezelwera sala 1399`an a Rojî, rojnameya “New York Times” ê belavkiribû ku, wezîfedarên ewlehî ên  îsraîlê li 17`ê Gelawêja sala 1399`an a Rojî de li ser daxwaza Amerîkayê, kesê hjimar 2 ê rêkxirava Elqaîdê “Ebû Mihemmed Elmîsrî” û keça wî ku hevjîna “Hemze Bin Laden” bû, di şeqameke bajarê Tehranê de kuştibûn lê, Wezareta Derve ya rejîma Îranê ew nûçe red kiribû.

Herwisa di vê raporê de hatiye ku, berpirsên rejîma Îranê li derheq bertek nîşandana li hember kuştina Qasim Silêmanî de, li hewla birêvebirina karên terorîstî li dijî berpirsên Amerîkayê ne.

Herwisa di vê raporê de hatiye ku, rejîma Îranê bona dabînkirina alav û hewcehiyên leşkerî ên parazîtan digel Koreya Bakur hevkariyê dike.

Herwisa di beşek din a vê raporê de, bas ji piştevanîkirina rejîma Îranê bo Husiyên Yemenê hatiye kirin ku, baştirîn îmkanat û balafirên pêşkevtî ên bê pilot ên xwe bona dijayetîkirina li hember Erebistanê radestî Husiyan dike.