
Roja 19`ê Hezîran a 2020`an Şêwra Hukam a Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî, biryarnama pêşniyarî ya cezadana rejîma Îranê ji aliyê 3 welatên Ewropayê ve, yên wekî Feranse, Alman û Birîtaniya, di derbarê bernama Navikî ya Îranê de pejirand.
Feranse û Alman û Birîtaniya, dibêjin ku hewceye dorpêça li ser çek û cebilxana rejîma Îranê bimîne û ji nû ve bête pejirandin.
Gorî vê biryarnamê tu welatek nikare cebilxane û alavên leşkerî bifiroşe Îranê, yên wekî, tank, balafirên şer, gemiyên şer, mûşek yan sîstemên mûşekî.
Di biryarnama Ajansê de hatiye ku rejîma Îranê bernama xwe ya navikî jî herwisa bi dizî ve dibe pêş, û alîkariya Ajansê nekiriye ku bikare nîgeraniyan biverewîne.
Her di vê derheqê de Wezareta Derve ya Amerîkayê jî di daxuyaniyekê de, ev biryarname bi erênî zanî û tekezî kir ku, Îran çi tiştekê ji Ajansê diveşêre?
Rejîma Îranê jî di hember vê biryarnama Ajansê de, bertek nîşan da û ragihand eva hemû pîlana Amerîkayê bûye.