Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî: “Îranê meyandina Uraniyomê gihandiye nêzî asta berhemanîna çeka navkî”

12:49 - 19 Tebax 2021

Ajansa navnetewî ya Vizeya Navkî ragihandiye ku Îranê qasa lezgîniya meyandina Uraniyomê bi qasekî zêde kiriye ku niha gihîştiye bi nêzî asta berhemanîna çeka navkî”.

Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî ragihandiye ku Îranê berê di binkeya navkiya Netenzê de sûla 164 daneyî ya santrîfiyûjên cora IR-6 bo meyandina Uraniyomê heta çiratiya %60 bikar tîna lê niha tevî wan sûlên IR-6 , mifah ji 153 sûlên din ên cora IR-4 ê jî bo meyandina Uraniyomê bi çiratiya %60  verdigre.

Piştî rapora Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî bi welatên endamên wê Ajansê li derheq kiryarên Îranê bo lezgîntirkirina meyandina Uraniyomê û gihîştin bi nêzî asta berhemanîna çeka navkî, Almaniyayê ragihand ku ti hêceteke neleşkerî bo lezgîntirkirina meyandina Uraniyomê heta nêzî asta berhemanîna çeka navkî tinîne.

Wezareta Derve ya Almaniyayê huşdarî daye ku kiryarên Îranê bo meyandina Uraniyomê heta nêzî çiratiya hewce bo berhemanîna çeka navkî, binpêkirina xalên lihevhatina navkî li sala 2015an(Bercam)ê ye.