Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî nigeranê pêşketina bernameya navkiya Îranê ne

13:38 - 17 Tebax 2021

Tevî huşdarîdanên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî bi Îranê, wê rejîma dest bi berhemanîna Uraniyoma filizî kiriye.

Tevî huşdarîdanên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî û welatên Rojavayî bi rejîma Îranê, wê rejîmê  di warê berhemanîna filiza Uraniyomê de kariye bi avayeke metirsîdar geşê bike, li roja Şemî 23ê Gelawêjê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî di dawî rapora xwe de tekezî kiriye ku Îranê ji 257gm Uraniyoma “UF4”(‎Uranium tetrafluoride‎) ya %20 meyandî bo berhemanîna 200gm filiza Uraniyom a “U-235” bikar aniye.

Herwisa Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî ragihandiye ku berhemanîna "Filiza Uraniyom"ê sêyemîn qunax ji wan çar qunaxane ye ku Îranê bo berhemanîna şewata reaktorên navkî hewcehî pê heye.

bernameya rejîma Îranê di warê berhemanîna "Filiza Uraniyomê" de metirsîdar in û bi sedema şiyana filiza Uraniyomê, dikarin bo berhemanîna bomba navkî mifah jê verbigrin û vê yekê 3 zilhêzên Ewropayî û Amerîka ture kiriye.

Piştî bi dawîhatina dora 6ê ya danûstandinên navkî li Viyenê, danûstandin hêj nehatine berdewamkirin û bi hatineserkara "Îbrahîm Reîsî" di meha " ‎September‎"ê de renge careke din destpê bike.

Tevî ku rejîma Îranê îdia dike ku bernameya navkiya Îranê aşitîxwazane ye lê tim hewl daye ku bi awayê nihênî alav û keresteyên hewce bo berhemanîna çeka navkî bi dest xwe ve bîne û li wê derheqê berpirsên welatan û navendên pêwendîdar çendîn catran bi haydarbûn ji hizra Îranê, bi rejîma Îranê huşdarî dane lê heta niha rejîma Îranê meyandina Uraniyomê berdewam kiriye.