Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî di nûtirîn rapora xwe de li derheq bernameya navkiya Îranê ragihandiye ku ew welata bi lawazkirina giştî ya lêkoler û çavdêrên ajansê li ser bernameya navkiya Îranê ti rohnkirinek li derheq peydabûna Uraniyom li binkeyên neragihandî, nedaye.
Di rapora ajansê de hatiye ku rejîma Îranê li binpêkirina sozên xwe ên li Bercamê berdewam e û di wê derheqê de paşkevta Uraniyoma meyandî zêdetir kiriye.
Pêka gotinên siyasetvanan, Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî daxwaza destpêregihîştin bi alavên çavdêrî û guhertina karta paêketkirina datayên wan bi taybet li binkeyên navkî ûn rejîmê de kiriye.
Di berteka wan raporan de, rejîma Îranê tevî dijayetîkirin digel daxwaza Ajansê bo ragirtina çalakiyên navkî yên Îranê, rexne ji raporên Sekirtêrê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî girt û ew rêkxirava navnetewî bi mezintirnîşandan a binpêkirinên encamdayî ên li derheq sozên navkî ên rejîma Îranê tawanbar kir.