Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajeldarên bajarê Şîrazê xwenîşandanên nerazîbûnê lidar xistin

12:20 - 9 Gulan 2022

Bi sedema destnekevtin û bilindbûna nirxa debara ajelan li bajarê “Şîraz”ê, ajeldarên wî bajarî xwenîşandanên berfireh ên nerazîbûnê lidar xistin.

Ajeldarên bajarê “Şîraz”ê li parêzgeha Fars, xwenîşandanên berfireh bi rê ve birin û hêzên întizamî jî nekarîn rê ji birêveçûna wan xwenîşandanan bigrin û xwenîşanderan bi qîrandina siloganên cuda, daxwaza mafên xwe û dabînkirina debara ajelên xwe kirin.

Bilindbûna nirxa “once, ka, ceh û giyayên din” ên hewce bo debara ajelan gelek bilind bûye, û di bazaran de bi nirxek kêm “şîr, goşt û berhemên din” ên ajeldariyê ji ajeldaran tên kirîn û bi wî mezaxta zêde û dahata kêm, derfeta xwedîkirina ajelan bo ajeldaran nemaye û rastî şikesta aborî hatine û bi cihê dahatê bo ajeldaran bûye zirar.

Di wan xwenîşandanên berfireh de hêzên întizamî plakardên ajeldaran xistine erdê lê, ajeldaran pilakardên xwe hilgirtin û bi micidî silogan qîrandin û hêzên întizamî neçar bi paşvekişiyanê kirin.