
Bi sedema dabînnebûna hewcehiyên ajeldaran li parêzgeha Îlamê, ew neçar mane ku ajelên xwe bifroşin û heta li beranber wergirtina çêkên demdirêj bi tacirên re bifiroşin.
Ajeldarên Îlamê rastî pirsgirêka micid ya xwedîkirina ajelan hatine, ji aliyek kêmbûna baran û kêmaviyê û ji aliyek piştevanînekirina rejîma Îranê ji wan ajeldaran, ew neçar mane bi her awayekî bibe, wan ajelên xwe bifroşin,lê rejîm amade nîne ku ajelên wan bikire û ew neçar mane li beranber çekên demdirêj de ajelên xwe bifroşin ku hin caran ew çêk bê beranber û bê piştenan in.
Nûçegihaniya “Mêhr” a girêdayê rejîma Îranê li wê derheqê de gotiye: “Piraniya ajeldarên Îlamê bona derbasbûn ji şikestê û rizgarbûn ji rewşa aloz, ajelên xwe herac kirine; Hinek ji wan ajeldaran bi neçarî ajelên xwe li beranber çêkên demdirêj ku hin caran bê piştevaneya bankî ne bi delalên parêzgehên din re difroşin ku hin tacir wan ajelan bi welatên Erebî re difroşin.
Herwisa wê nûçegihaniyê gotiye: “Îlam yek ji parêzgehên sereke yê xwedêkirina ajelan e ku 2 milyon ajel di wê parêzgehê de têne xwedîkirin”.
Pirsgirêka zewtkirina ajelan li nêzî ser sînoran ji aliyê hêzên girêdayê rejîma Îranê ve serekîtirîn sedema firotina ajelan e û rejîm tevî derfetnedan bi xwediyên ajelan bona çûn bo zozan û çêrîngehên derdora sînoran, rê ji xwedîkirina wan ajelan girtiye û ajeldar neçar in bi sedema nebûna çêrîngeh û bilindbûna nirxa xwedîkirina wan ajelan, ajelên xwe bifroşin.