Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajeldarên parêzgeha Îlamê bi sedema hişkesaliyê ajelên xwe difroşin

12:58 - 18 Nîsan 2022

Bi sedema hişkesalî û piştevanînekirina rejîma Îranê ji ajeldarên parêzgeha Îlamê, ajeldar nikarin ajelên xwe xwedî bikin û neçar mane bi pereyek kêm ajelên xwe bifroşin.

Pêka amarên rejîmê, di parêzgeha Îlamê de zêdetir ji 2 milyon û 400 hezar ser ajel têne xwedîkirin ku salane zêdetir ji 13 hezar ton goşt berhem tîne, lê bi sedema hişkesalî û piştevanînekirina rejîma Îranê ji ajeldarên deverê û dabînnekirina hewcehiyên wekî xwarina taybet bi ajelan û kêmaviyê, ajeldar neçar mane ajelên xwe bi pereyek kêm bifroşin.

Zêdetir ji %60 xelkê parêzgeha Îlamê ajeldar û werzêr in û hişkesalî û nebûna ava hewce û destnekevtina ka û giya, xisarên gelek giran û bê veger bi ajeldaran daye û gelek ji ajeldaran nikarin hewcehiyên xwarina ajelan ku nirxek bilind hene dabîn bikin, lewma bi neçarî û bo jinavneçûna wan ajelan, bi nirxek kêm ajelên xwe difroşin.