Bi sedema piştevanînekirina rejîmê ji ajeldarên Xurasanê û bilindbûna nirxa debara ajelan, ajeldarên Xurasanêî rastî xisarên zêde hatine û neçar mane beşek ji ajelên xwe bifroşin.
Tevî ku nirxa debara ajelan di Îranê de gelek bilind bûye, nirxa berhemên goşt û şîr bo ajeldaran bi qasî hewce bilind nebûye û delalên bazarê zêdetirîn qazancê dibin û rejîma Îranê jî piştevanî li ajeldaran nake ku bikarin hewcehiyên xwedîkirina ajelên xwe dabîn bikin û berhemên xwe bi nirxên hewce bifroşin.
Ajeldarên Xurasanê neçar mane hejmarek ji ajelên xwe bifroşin û rêjeya ajelan di vê parêzgehê de roj bi roj kêmtir dibe û beşek ji ajeldaran dev ji ajeldariyê berdin.
Beşek zêde ji xelkê parêzgeha Xurasanê bi taybet li gundan bi rêya ajeldariyê hewcehiyên jiyana xwe dabîn dikin û herwisa çendîn cihên pîşeyî yên xwedîkirina ajelan bo berhemên şîr û goşt di vê parêzgehê de hene ku bi sedema bilindbûna nirxên hewcehiyan karê wan sekiniye û neçar mane ajelên xwe bifroşin.