Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajotvanekî xelkê Zahidanê rastî teqeya rasteras a hêzên polîs hat

16:57 - 26 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema teqeya rasterast ya hêzên polîs yên rejîma Îranê, ajotvanekî xelkê bajarê Zahidan canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Şemî 4`ê Cozerdana 1398`an(25`ê Gulana 2019`an), hevwelatiyekî xelkê bajarê Zahidanê yê bi navê “Mûsa Şehbexiş” kurê Xulam Nebî, bi sedema nebûna bawerînameya ajotvaniyê, ku rastî seyteriya polîsên wî bajarê hatibû, û ji tirsa nebûna bawerînameya ajotvaniyê direve û polîs jî bi bê agehdarkirin teqeya rasterast jê dikin û di encamê de navbirî bi sedema berketina gulleyan canê xwe jidest dide.

Herwisa piştî wê bûyerê xelkê bajarê Zahidanê xwenîşandan li dijî rejîmê û hêzên polîs yên wî bajarî lidarxistin û hêzên leşkerî yên rejîmê teqe ji xwenîşanderan kirin, lê, ew xwenîşandan heya çend demjmêran berdewam kir.

Rejîma terorîsta Îranê bi berdewamî xelkê parêzgeha Beloçistanê tepeser dike û ev neteweya ku nêzîkî 8 milyonî heşîmeta wê ye, û lê,wekî qewimekê bi nav dike û Beloç neteweyeke ku %8 ji heşîmeta Îranê pêk tine.