
Kurdistanmedia: Li ser bangeşeya du hefteyan berî niha, ajotvanên tirombîlên barhilgir yên Îranê, bo careke din dest avêtine gireva seranserî.
Roja Şemî 31`ê Xermanana 1397`an (22`ê Îlonê) xwedîtiromibîlên barhiligir, li zêdeyî 10 bajarên Îranê li ser bangeşeya du hefteyan berî niha, ku di torên civakî de bi awayekî berfireh hatibû belavkirin, dest bi gireva seranserî kirine. Bi sedan ajotvanî tevlî vê girevgirtinê bûne.
Ajotvanên tirombîlên barhiligir yên bajarên wekî, Kerec, Îsfehan, Dêzfol, Urmiye, Qezwîn, Birocêrd û Meşhedê, tevlî vê girevê bûne.
Her di vê pêwendiyê de, ajotvanên bajarên wekî, Bender Ebas, Yezd, Poldoxter û Şîraz, jî tevlî vê girevê bûne, ku li ser riyan û cadeyên ku hatinûçûn tê de zêde ye, li kêlega cadeya sekinîne, û bi vî rengî nerazîbûna xwe tînine ziman.
Ajotvanên tirombîlên barhilgir, bi sedemên wekî, kêmbûna heqdest, piraktîknebûna soz û qewlên berê yên dewletê, wekî bîma tirombîlên barhiligir, zêdebûna nirxa alavên tirombîlan û zêdbûna nirxa çêkirina tirombîlan, kêmbûn û zêdebûna nirxa giştî a tekeran, dest bi vê girevê kirine.
Hêjayî basê ye ku di rêkefta 5`ê Cozerdana 1397`an de jî, şofer û xwedîtirombêlên barhilgiran di çendîn bajarên Îranê de her bi wan sedaman dest bi girevgirtinê kiribûn, lê ji vê dem heya niha tu yek ji ev soz û qewlên dewletê nehatine cî.