
Ajovanên otobusê yên beşa sektora taybet yên bajarê “Urmiyê”, bi sedema nûnenekirina girêbestên xwe û bicih neanîna daxwaziyên wan ji aliyê şaredariya bajêr ve, bo çendîn car li pey hev dev ji kar berdan
Pêka nûçegihaniya “Îlna” ya girêdayî rejîma Îranê, ajvanên otobusan li bajarê “Urmiyê”, bi sedema nedana heqdest û kirêya xwe ji aliyê şaredariyê ve, û herwisa nebûna girêbesta karî nerizayetiya xwe nîşandan û dev ji kar berdan.
Her di vê derheqê de,“Nûnerê sûdwergirtan ji beşa taybet yê ajotvaniya otobusan, Mehdî Esedzade daye eşkerekirin ku : Ji bo nûkirina her otobusekê 170 milyon tûmen pere hatiye terxankirin, ku şaredariya Urmiyê wergirtiye lê, ji ajotvanan re nehatiye dan.
Herwisa navbirî li derheq girêbesta karî ragihaniye ku: “Girêbesta karî ya digel bajarvaniyê ji sala 1390`an ve bi dawî bûye û eva 10 salin ku ajotvan bi bê hebûna girêbestê karên xwe birêve dibin û şaredariya bajarê “Urmiyê” jî, ti hewlek bo çareserkirina vê pirisgirêkê neda ye.”
Herwisa di Kanûna Paşîn a sala derbazbûy de jî, ajotvanên Otobusên Urmiye li hember arîşeyên han dev ji kar ber dabûn, û serokê şaredariya bajêr bi amadebûna di nav komên nerizayetiyê yên ajotvanan de, soza bicih anîna daxwaziyên wan dabû lê, ev soz û qewlên şaredar tenê du mehan dom kirin.