Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajotvanên taksiyan li bajarê Seqizê kombûna nerizayetiyê lidar xistin

13:07 - 11 Nîsan 2022

Roja Yekşemî 10ê Xakelêweyê, ajotvanên taksiyan li bajarê “Seqiz”ê bi sedema bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê û alavên maşînan û bilindbûna nirxa îcareya xaniyan û gelek ji pirsgirêkên din û daketina dahatê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Bajarvanî û Şêwreya bajar û rêkxirawa binav “Taksîranî”yê bi sedema gendelî û berpirsiyetî li asta çawahiya jiyan û rewşa ajotvanên taksiyan û malbatên wan, berdewam îzana karkirina zêdetir bi “fiyat, îsnep û taksî telefon”iyên wî bajarî didin.

Rêjeya enfilasiyon û bilindbûna nirxan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi şêwazekê ye ku her du mehan carekê divê nirxa heqdestan pêka bilindbûna nirxan zêdetir bikin.