Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajotwanên Taksiyan li Urmiyê jî nirxa benzînê nerazîne

11:43 - 16 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Ajotwanên taksiyan li bajarê Urmiyê, li henber zêde bûna nirxa benzînê û her wisa pişka benzîna ku taybet bo taksiyan danîne nerazîne.

Pêka raporên belavbûyî, piraniya ajotwanên taksiyan ji rewşa heyî nerazîne û dibêjin di rewşa niha de, dahat û derkewta me, weke hev nîne û ew pişka benzîna ku dewletê bo me daniye têra me nake.

Li wê derheqê de, berpirsê Saziya Veguhastin û misafiran li parêzgeha Urmiyê,”Mehdî Mojdê`îfer”, gotiye: ji 30 heya %40 a misafiran ji aliyê taksiyan ve, têne veguhastinê. Navbirî gotiye ku 5 hezar û 700 taksî di bajarê Urmiyê de hene.

Ajotwanekê gotiye ku bi 5 kesan di mala xwede tenê dahata me ya taksiyê bûye ku ew jî îdî nema.