Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Akam Rehîmî” têza zanîngeha xwe pêşkêşî şehîd Serwan “Çeko” kir

13:27 - 1 Tebax 2018

Kurdistanmedia: “Akam Rehîmî” kurê şehîd serwan “Çeko Rehîmî” têza zanîngeha xwe ya li beşa (Artificial intelligence) pêşkêş bi rêbaza şehîd serwan “Çeko”yê nemir kir

“Akam Rehîmî” piştî hewl û têkoşîneke bêmînak di zanîngeha “Sasêks”, li welatê Birîtaniyayê, li beşa (Artificial intelligence) de pileya yekem di vê zanîngehê de bi dest ve anî, û têza bidawîanîna beşa xwendina xwe pêşkêşî rêbaza şoreşgirane ya bavê xwe kir.

Rehîmî tevî nîşandan keyfxweşiya xwe ji ber serbilindkirina malbata xwe, û hizba xwe, sê xelatên ku ji aliyê serokatiya zanîngeha “Sasêks” ve  pêşkêşî wî hatibûn kirin, navbirî ev sê xelat pêşkêşî rêbaza bavê xwe yê şehîd “Çeko Rehîmî”kir.

“Akam Rehîmî”, piştî van serkevtinane, ji aliyê mamostayê zanîngehê ve daxwaz jê hate kirin da ku xwendina xwe bidomîne, û dukturaya xwe di beşa (Artificial intelligence) de bixwîne.

Navbirî bas jî vê jî kiriye ku, ji bo qonaxa  dukturaya xwe bîr ji vê kiriye ku, wê ev pirojeyekê hilbijêre ku bikare di pêşerojê de alîkar be, di ber bi pêşvebirina karûbarên hizba xwe û gelê xwe.