Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Akinciyên Qreregolê, komkujiya dehika şêstan bi bîr anîn

18:39 - 27 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: akinciyên gundê Qeregolê, bi meşek berfreh çûne ser cimata şehîdan û komkujiya dehsala şêstan bi bîr anîn.

Li gor raporta Kurdistanmedia, berwara 26,01,2014an a Zayînî, akinciyên gundê Qeregolê û derdora wê, li ser cimata şehîdên komkujiya dehika şêstan civiyan û ew bîranîn bilind ragirtin.

Akinciyên gundê han û herêma çemê Mecîdxan, ew meş bi avayek sembolîk birêwe birin.

Ew hemwelatî li salvegera qorbaniyên komkujiya xelkê gundê Qeregolê û serçinarê, li ser gilkoya qorbaniyên wê bûyerê, ku ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê we hatibû encam dan, berhev bûn.
Îsal agir 50î carî daristan û zozanên Kamiyaranê şevitandin
Kurdistanmedia: bi hegera rûdana 50î haletên agir berûnê ji 200 hiktar zewî û daristanên bajarê Kamiyaranên ji nav birin.

Wî berpirsê îdarî yê çavkaniyên xwezayî yên bajarê Kamiyaranê da zanînîn ku: Kamiyaran xudiyê 35 hezar hiktar zewîyê bi dar û nîv dar û herwisan zêdetir ji 95 hezar deşt û newalên pile yek heya sê di wî bajarî de hene.

Navbirî da kifşê ku bi sedema 50î bûyerên agirê di îsal de 200 hiktar ji dar û desşt û nevalên wî bajarî şevtîne.

Xemsariya berpirsên îdarî û jîngeparêzyî û çavkaniyên xwezayî û herwisan nebûna liv û bizafên hewce derheq bi parastina jîngeh û hişyariya hemwelatiyan, ji hegerên sereke yê agir berbûna bajarê kamiyaranê ye.
Sê xwandekarên Kurd yên Merîwanê hatin dest bi ser kirin
Kurdistanmedia: hêzên Îtilata rejîma Îranê li bajarê Merîwanê 3ê çalakên xwendekarî dest bi ser kirin.

Li gor raporta ku gehiştiye destê Kurdistanmedia, berwara 25,01,2014an a Zayînî, sê çalakên xwendekarî yê Kurdê xelkê Merîwanê, ji aliyê hêzên evlehî yên rejîmê we hatin destbiser kitin.

Raport dide xuya kirin ku, Dana Lenc abadî, Hêmin Bîgler û Areş Mewludî, nave wan xwandekaran e ku di heyamê şev û rojekê de, ji aliyê hêzên evlehî yên rejîmê we hatine dest bi ser kirin.

Berwara 26,01,2014an a Zayînî, Hêmin Bîgler û Areş Mewludî xwandekarên zanîngeha azad a vî bajarî, piştî lêpirsîn kirin ji aliyê îdareya îtilaatê we, serbest hatin berdan.

Dana Lenc abadî, xwandekarê Zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Merîwanê ku heya niha jî dest bi ser e, tu agahî û zaniyariyek li qedera wî ber dest tuninin.