
Kurdistanmedia: Piştî vê ku Îbrahîm Tatlêsis navê xwe bi awayekî fermî wekî berbijêrê AKP nivîsand, û ew nûçe bû manşeta gellek ragehandinan, lê AKP piştî pêdeçûna bi ser van navan, navê wî ji rîzbendê derxist.
Çend rojan berî niha serokê AKP yê çiqa Urfayê di kanala TRT a Tirkiyê ragehand ku Îbrahîm Tatlêsis serdana ofîsa AKP li Enqeerê kiriye û navê xwe bo berbijêriya meclisa Tirkiyê nivîsandiye. Berdevkê AKP jî ew nûçe piştrast kiribû.
Lê duh hate ragehandin ku piştî belavbûna rîzbenda fermî ya kandîdan, navê Îbrahîm Tatlêsis tê de nebûye, û Tatlêsis di dema hevpeyvîba bi kanala xeber Turk re gotiye ku, dema min navê xwe nedît, min hest kir ku cardim mêjiyê min dane ber gulleyan.
Ew hunermendê navdar ê Tirkiyê piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê arteşa Tirkiyê ve, digel Erdoxan çû ser sînor û meht û pesna serbazên Tirk kir ku xaka Kurdistanê dagîr kirine.
Belavbûna vê vîdyoya wî pêleke nerazîbûnê di nava Kurdan de li pey xwe anî, û ew wekî kesekî îxantekar bi gel û nîştiman hate binavkirin, û gellek alîgirên wî jî ew wekî keskeî berjewendîxwaz bi nav kirin ku xizmeta dijmin kiriye.
Her di vê derheqê de, li ser torên civakî gellek kesan nivîsandine ku dema Erdoxan û hizba wî karê xwe bi Tatlêsis dane kirin û hem armanca xwe pêkan, û hem jî ew sivik û rezîl kirin, êdî ew berdan û dest jê hilgirtin, ku eva jî encama xizmeta bi dagîrkeran e.
Mixabin mînakên weha di dîroka Kurd de gellek zêde ne, ku yek ji wan Hesen Xeyirî beg nûnerê Dêrsimê bû di perlemantoya Tirkiyê de. Wî di dema şoreşê de ji xelkê Dêrsîmê dixwast ku beşdariyê di şoreşê de nekin, lê serbarê vê hemû xizmetê bi Ataturk di dawiyê de her ji aliyê Ataturk ve biryara bidarvekirina wî hate dan.