Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gundên bajarê Mehabadê bi alaya Kurdistanê hatine xemilandin

11:11 - 27 Kanûna Paşîn 2020

Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdisatna Îranê, li gundên girêdayî bajarê Mehabadê, li ser dîvaran alaya Kurdistanê resim kirin û xemilandin.

Li gundê Xorxore a ser bi bajarê Mehabadê, endamên PDKÎ bi awayekî netirsane alaya Kurdistanê li ser dîvarên wê gundê resim kirin û xemilandin.

Herwisa çavnetirsên Demokrat li ser dîvarê xaniyên gundê Xorxore bi nivîsîna Silogana “Bijî PDKΔ çalakiyên banghêjî lidarxistin.

Endam û alîgirên PDKÎ, hertimî di boneyên Hizbê de çalakiyên banghêjî lidar dixin û bi lidarxistina çalkaiyên banghêjî ên PDKÎ Kurdistanê dixemlîn in.