Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, careke din li deverên bajarê Pawe de alaya Kurdistanê hildan.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 25`ê Xakelêwey(14`ê Nîsan)`ê, bo careke din Xebatkar û “Bazên Kosalanê” yên PDKÎ li bajarê Pawe, li çend cihan alaya Kurdistanê hildan.
Ew cihên ku alaya Kurdistanê daliqandin wiha ne: “Li ser dekela telelevîzyon ya zozanên Kotêl ku li ser çiyayên Ateşga a bajarê Pawe, gundê Xanega û Bendere Dorîsan”.
Heya gihîştina vê nûçeyê alaya Kurdistanê her di cihê xwe de ma bû.
Endam û alîgirên PDKÎ bênavber çalakiyên teblîxî li gund û bajarên Kurdistanê bi rê ve dibin.