Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alaya Kurdistanê li ser gûpika çiyayê Terexê hate daliqandin

16:39 - 14 Adar 2020

Endam û alîgirên PDKÎ di bajarê Bokanê de, bona piştevanîkirin ji PDKÎ çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Êwara roja Înê 23`ê Reşemê, xakîpoşên Demokrat li ser gûpika “Terexe” û “Hewze Gewre” a bajarê Bokanê, bi daliqandina alaya pîroz a Kurdistan û nivîsandina silogan, piştevaniyên xwe ji PDKÎ û Rasanê re nîşan dan.

Egîdên Demokrat di wê çalakiyê de, bi nivîsandina silogan û kêşana wêneya alaya Kurdisdanê li ser gûpika çiyayê Terexê û herwisa daliqandina alaya Kurdistanê, di dawî Îna salê de, soza xwe digel rêbaza PDKÎ nû kirin.

Di wê çalakiyê de, hejmark ji siloganên wekî, “bijî Rasan, bijî PDKÎ, silav bo Rasana bajar û çiya, bajar piştevanê çîya ye, silav li TISHK TV, silav bo şehîdên Rasanê, Rasan sembol e” û hindek ji siloganên din jî dihatine dîtin.

Endamên PDKÎ di her rewşekê û her demekê de amadebûna xwe bona piştevanî ji xebata pêşmerge û PDKÎ nîşan dane.