Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alaya pîroza Kurdistanê li bajarê Bokanê hildan

12:59 - 21 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar û endamên veşartî (nehînî) yên PDKÎ, li bajarê Bokanê, alaya pîroz a Kurdistanê hildan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  nîştimanperwerên Kurdistanê di lidarixstina çalakiyên teblîxî li Kurdistanê de, alaya pîroza Kurdistanê hildan.

Rasaniyên Rojhilatê, piştî hildana alaya pîroz ya Kurdistanê, ragihandin ku: Hildana alaya pîroz a Kurdistanê bi wê wateyêye ku, tu carî me alaya dagîrkaran erê nekiriye û erê nakin.

Çalakiyên xwe wiha berdewamkirine:  Em pêşmergeyên Bajar, heya dawiya jiyana xwe rê û rêbaza rêberên şehîd û hemû şehîdên gel û hizbê berdewam dikin.

Endam û alîgirên PDKÎ, her roj bi belavkirina tirakt postêr û hildana alaya pîroz ya Kurdistan û logoya Partiya Demokrat, xebat û berxwedaniya pêşmergeyên Kurdistanê bilind ragirtin.