Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alîgirên Muqteda Sedir li çend bajaran xwenîşandan lidar xistin

12:20 - 28 Çirriya paşîn 2020

Alîgirên “Muqteda Sedir” li bajarên “Bexda, Nasiriye û Necef”ê xweşîşandan lidar xistin û li Nasiriyê êrîşî li ser neraziyê hikûmeta Îraqê kirin û di navbera wan de şer û pevçûn qewimî ku hejmarekî zêde birîndar û kuştî lêketin.

Roja Înê 27ê Çirriya Paşîn, Alîgirên “Muqteda Sedir di bajarên “Bexda, Necef û Nasiriyê” de xwenîşandan lidar xistin û di bajarê Nasiriyê de alîgirên Muqteda Sedir êrîş kirine ser neraziyên hikûmata Îraqê ku di encam de, 3 kes hatine kuştin û 50 kes jî birîndar bûn, herwisa li meydana “Eltehrîr” a bajarê Bexdayê, bi hezaran kes ji aligirên “Muqteda Sedir” piştî nivêja nîvro ya roja Înê, xwenîşandan kirin; Li bajarê “Necef”ê jî xwenîşandaneke berfireh ya xelkê Îraqî li dijî milîs û girûpên Şîe yên girêdayê rejîma Îranê hate lidarxistin.

“Muqteda Sedir” ku rêberekî olî yê Şîeyan li Îraqê ye, di wê dawiyê de ji rejîma Îranê dûr ketiye û razî bi destêverdana rejîma Îranê li karûbarên Îraqê de nîne.