Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alîkarîdan bo Ukraynê berdewam in

11:13 - 28 Şibat 2022

Çendîn welatên cîhanê bi taybet welatên Ewropayê tevî piştevanîkirina siyasî li Ukraynê, cebilxane û alîkariyên mirovî bo wî welatî şandine.

Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê “Josep Borrell” piştî civîna awarte ya Wezîrên Derve yên Welatên Endam ên Yekîtiya Ewropayê ragihandiye ku alîkariya 450 milyon Euro ya cebilxane bo Ukrayên pesend kirine.

Herwisa welatên Swêd û Danmarkê  biryar dane ku alîkariya cebilxaneyî bo Ukraynê bişînin û welatê Swêdê biryar daye ku 5 hezar mûşekên dije tank û 2 hezar û 700 çekên dije tank ên pêşkevtî bo Ukraynê bişîne.

Herwisa Îsraîlê tevî piştevanîkirîn ji Ukraynê, alîkarîyên pizîşkî wekî şandina pizîşk û dermanan bo wî welatî encam daye.

Herwisa Yekîtiya Ewropayê esmanê wê Yekîtiyê bo hatûçûna esmanî li ser balafirên Rûsiyê dayxuistiye û îznê nade ku ti balafireke Rûsî di esmanê wê yekêtiyê de bigere.

Herwisa Amerîkayê biryar daye ku alîkariya 6.4 milyard dolarî bo Ukraynê bişîne û Girûpa “G7” jî Rûsiye ji sîstema bankî ya “SWIFT”ê derxistiye.

Rusiye piştê Êrîşkirin li ser Ukraynê rastî bertekên dujwar ên welatên cihanê hatiye.